Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Zara Salih: Çavdêrên NY Nikarin Şer li Sûrîyê Rawestînin


Civata Ewlekarîyê
Civata Ewlekarîyê

Civata Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî îro Şemîyê li New York kom dibe da ku egera şandina 300 çavdêrên navnetewî, ku çavdêrîya tundûtûjî li Sûrîyê bikin, bide ber dengdanê. Berî nuha jî jimareke çavdêran li çend bajarên weke Şama paytaxt û Humsê bicîbûne.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, Dr. Zara Salih, çalakvanê siyasî bingeh li London dibêje, Civata Ewlekarîyê dê bêçar bimîne ku gava din derbarê Sûrîyê bike, çûnkî ev çavdêr nikarin tiştekî bi ser bixin.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka dengî li destê rastê klîk bikin.

XS
SM
MD
LG