Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Nahêle ku Rojnamevanê Amerîkî yê Bingeh li Stenbol Têkeve Wî Welatî


David Lepeska
David Lepeska

Ajansa AP radigihîne ku karbidestên Tirk destûr nedaye rojnamevanekî Amerîkî yê bingeh li Tirkîyê ku ji Firîngeha Ataturk ya Stenbolê têkeve wî welatî.

Rojnamevan David Lepeska ku jibo Foreign Affairs û Al Jazeera Amerîka dinivîse, ji AP re gotiye ku bê ku sedem were nîşandan, destûr ji wî re nehatiye dayîn ku têkeve Tirkîyê.

Lepeska çend demjimêr li firîngeh derbas kirine, berî ku karbdestan ew li firoka Chicago sîwar kiriye.

Lepeska yej iwan rojnamevanên bîyanî ye ku di demên dawî de hatine desteser kirin, dersînor kirin û destûr nehatiye dayîn ku têkevin Tirkîyê.

Hikûmeta Tirkîyê eciqandin û giwaştinên ser medya rexnegir û kesên hevrik zêde kiriye ku ew jî di qada navnetewî de bûye sedema xemên mezin.

XS
SM
MD
LG