Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka David Schenker ku ji karên Rojhilata Navîn berpirs e, îro Înê Îran bi êrîşa dijî bingeha Balad ya Îraqê tawanbar kir.
“Dema mirov li kiryarên berê binêre, îhtîmaleke xurt e ku Îran li pişt êrîşa Pêncşemê ya dijî bingeha Baladê be, lê em hîn li benda agahîyên berfirehtir in,” Schenker li Washingtonê ji nûçegîhanan re got.
Di êrîşê de kuştî û birîndarî çênebûbûn û zîyanên cidî jî pêkl nehatibûn. Roja Sêşemê jî 5 roket li bingeha esmanî ya Eyn El-Esad ya parêzgeha Anbar ketibûn, ku hêzên esmanî yên Amerîkî li wê derê cîh digirin.