Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon: Bo Têkoşîna Dijî DAIŞ'ê Qonaxa Nû Destpê Dike


Berdevika Wezareta Berevanî yê Amerîka Dana W. White bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku wan di têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de dest bi qonaxeke nû kiriye.

White dîyar kir ku hêzên koalîsyona bi pêşengîya Amerîka herêmên di destê DAIŞ’ê de rizgar kirine, lê têkoşîna dijî wê rêxistinê bi dawî nebûye.

“Leşkerên Amerîkî yên li Sûrîyê dest bi peyvajoya vekişînê kiriye. Jibo ewlhîya yekîneyên me yên li wê derê, ez naxwazim ser qonaxa nû ya têkoşîna dijî DAIŞ’ê hûrgiliyan bidim.”.

White bi berdewamî dîyar kir ku ewê xebatên xwe yên dijî DAIŞ’ê yên bi hevkar û hevalbandên xwecîhî re bidomînin.

Şîroveyan bibîne (1)

Ev forume hate girtin.
XS
SM
MD
LG