Lînkên eksesibilîtî

Trump Dixwaze Bernama DACA Ya Obama Bidawî Bîne


Xwepêşandana li Dij Dersînor kirinê li Washington

Roja Sêşemê Îdara serok Trump hewilda bernama serdema Obama ya bi navê DACA ku, piştevanî û parastina nêzîkî 800 hezar xûrtên penaber yên ku daybabên wan bi rêyên ne yasayî hatine Amerîka bidawî bîne û zarokên wan yên li Amerîka hatine dinê yan dema gehiştinê zarok bûn dersînor bike, lê Kongresê 6 mehên din destûrî dan bo karkirin li ser bernamê û çareserkirina vê mijara gelek gotûbêj li ser heyî.

Doh Duşemê eyaleta New York û Washingtin dabûn xûyakirin eger ku, Îdara nû biryara bidawî kirina bernama serokê berê yê Amerîka Barack Obama ya parastina mafê xûrt û zarokan bide, ewê giliya vê pirsê bibe dadgehê.

Dozgerê giştî yê Washington got bû eger bernama DACA bihê hilandin ewê dozê li dadgehê veke û hewildanên bidawê anîna DACA ne rewa dîtin.

Piştî ku, îro kongresê 6 meh bo çareserkirina vê pirsê zêde kirin, serok Donald Trump di daxûyaniyekê de got, ew naxwazin wan zarokan ku, gelek ji wan mezin bûne bi tawanên daybaban siza bidin, lê divê em bipejirênin ku, em nîstîmana peydakirina fersendê ne, jiber ku em nîştîmana qanûnê ne".

Herwiha Trump dibêje, weke berî niha jî, min got bû, emê pirsa DACA bi dilnermî û dilovanî yekalî bikîn, lê li gûr yasa û rewatiyê.

Kesên dikevin ber bernama DACA piraniya wan zarok û xûrtên daybabên wan ji Meksîk û welatên Amerîka latînî bi şêweke ne yasayî hatine di nav axa Amerîka de, Obama ev 5 sal bûn bernama DACA ya piştevaniya van kesan dabû destpêkirin, lê Îdara serok Trump dixwaze vê pirsê yekalî bike.

Ji hejî bîrxistinê ye ku, roja Sêşemê sedan kesên ku, dê bibin qûrbana vê dosyayê eger bernama DACA bi dawî bibe û biryara dersînorê kirinê bihê dayîn, di meşeka protestoyî de beşdar bûn û hewildanên bidawî krina bernama DACA şermezar kirin.

XS
SM
MD
LG