Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Dadê William Barr: Me Ti Sextekarîya Dikare Encamên Hilbijartinê Biguherîne Nedît


Wezîrê Dadê yê Amerîka William Barr dîyar kir ku wan di hilbijartinên seroktîyê de ti delîlên sextekarîyê yên dikarin encamê biguherînin nedîtine.

Serok Donald Trump li gor encamên ne fermî yên hilbijartinên 3’yê Mijdarê bi ser neketibû û wî dabû zanîn ku di hilbijartinan de sextekarî çêbûne.

William Barr ji AP’ê re da zanîn ku dozger û FBI’yê ser tawanbarkirinan lêkolîn kirine, lê wan ti delîla ku dikare encamên hilbijartinê biguherîne bi dest nexistine.

‘’Heta îro me ti sextekarîyeke mezin ya ku dikare encamên hilbijartinê biguherîne nedît’’ William Bar got.

Barr, wek yek ji wezîrên nêzî Trump dihat nas kirin.

Wî berî hilbijartinên 3’yê Mijdarê gotibû ku dengên bi rêka postayê dikarin rê li ber sextekarîyan vekin.

Wezîrê Dadê William Barr meha borî ji dozgeran re gotibû ku ger îdiayên bi delîlên saxlem yên raber dikin ku di hilbijartinê de sextekarî çêbûne hebin, ser wan berî pejirandina encamên hilbijartinê lêkolînê bikin.

Bi vê fermana Barr re, rê li ber dozgeran vebûbû ku berî pejirandina encaman karên lêkolînê bimeşînin.

Karbidestê payabilind yê tawanên hilbijartinê Richard Pilger, li ser wê fermana Barr di 9’ê Mijdarê de karvekişîna xwe ragihandibû.

XS
SM
MD
LG