Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Endameke Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Amerîka li Nexweşxanê Ye


.
.

Endama Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Amerîka Ruth Bader Ginsburg roja Çarşemê li ofîsa xwe ket.

Ginsburg ya 85 salî jiber êşê bi şev derbazî nexweşxaneyê bû. Karbidestên saxlemîyê ragihandin ku Ginsburg sê hestîyên parsûyên xwe şikandine û ew bo başkirin û çavdêrîyê dê di nexweşxaneyê de bimîne.

Xanim Ginsburg di sala 2012’an de ketibû û wê demê du hestîyên parsûyên xwe şikandibûn.

Endama Dadgeha Qanûna Bingehîn du caran dijî penceşêrê li ber xwe dabû û di sala 2014’an de bo tamareke wê ya xitimî vebe stent di canê wê de hatibû bi cîh kirin.

Ginsburg, ku yek ji endamên herî lîberal ya Dadgeha Qanûna Bingehîn e, 25 salên berê ji alîyê Bill Clinton ve hatibû tayîn kirin.

Li Amerîka, endamên Dadgeha Qanûna Bingehîn ji alîyê serok ve wek berbijar tên bijartin, ji alîyê Komîsyona Dadê ya Civata Senatoran ve tên pejirandin û piştre li Civata Senatoran ve bo wan dengdan çêdibe.

Endamên Dadgeha Qanûna Bingehîn dikarin heta dawîya jîyana xwe li ser kar bimînin û ger bixwazin dikarin malnişîn bibin.

XS
SM
MD
LG