Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Îspanya Berendamê Parlamentoya Katalonya Red Kir


Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Îspanya, daxwaza Jordi Sanchez ya bo beşdarbûna dengdana seroktîya Parlamentoya Herêmî ya Katalonya red kir.

Dadgehê dîyar kir ku Sanchez, ku rêberekî serxwebûnxwaz e û girtî ye, dikare jinûve hin sûcan pêk bîne.

Sanchez jiber birêvebirina protestoyên bo serxwebûnê û sorkirina bo serhildanê tê darizandin.

Hikûmeta Îspanya dide zanîn ku kesên ku bi awayekî fermî tên tawanbar kirin û li rûniştina parlamentoya nikarin deng bidin nikarin bibin serokê meclîsa Katalonya.

Li ber e ku Parlamentoya Katalonya roja Duşemê rêberê nû hilbijêre.

Rêberê berê yê Katalonya Charles Pudgiemont dîyar kiribû ku ewê nebe berendam û li şûna xwe Jordi Sanchez pêşnîyaz kiribû.

XS
SM
MD
LG