Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Pêdaçûnê Dê Îşev Biryara Serok Trump ya Qedexeya Rewîtîyê Dinirxîne


Dadgeheke Pêdaçûnê ya Amerîkî

Dadgeheke Pêdaçûnê ya Amerîkî li ber er îro Sêşemê mijara fermana qanûndêr (executive order) ya Serok Donald Trump, ku wergirtina penaberan dicemidîne û hatina hemwelatîyên ji heft dewletên cîhanê qedexe dike, guhdar bike.

Wezareta Dadê ya Amerîkî serî li dadgehê da ku biryara Trump rêwa ye û ji alîyê qanûnê jî rast e.

Wezaret di daxwaznamê xwe de biryara dadwerê federalî ya sekinandina fermana Trump çewt nirxand û û bang li dadgehê dike ku qedexeya ser fermana qanûndêr ya Trump rake.

Rêvebirîyên eyaletên Washington û Minnesota ev doz vekiribû û awuqatên ji 15 eyaletên din û Yekîtîya Azadîyên Sîvîl ya Amerîkî (American Civil Liberties Union) û nêzî 100 kompanîyên mezin yên teknolojî jî piştgirî didin dozê.

XS
SM
MD
LG