Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Federal ya Îraqê Daxwaza Pûçkirina Encama Referanduma Herêma Kurdistanê Kir


Postera dirandî ya Serokê berê yê Herêma Kurdistana Îraqê, Mesûd Barzanî li Kerkûkê
Postera dirandî ya Serokê berê yê Herêma Kurdistana Îraqê, Mesûd Barzanî li Kerkûkê

Dadgeha Federal ya Îraqê ragihand ku referanduma serxwebûnê ya Herêma Kurdistana Îraqê, ku di 25’ê Îlonê de hatibû kirin, ne qanûnî ye û divê encama wê were betal kirin.

Berdevkê Dadgeha Federal ya Îraqê Îyas es Samuk bi daxuyanîyeke nivîskî dîyar kir ku dadgehê biryar daye ku referanduma ku di 25’ê Îlonê de li Herêma Kurdistanê û li hemî herêmên din hatiye kirin, dijî qanûna bingehîn e.

Samuk bi berdewamî da zanîn ku biryara dadgehê, herwiha pûçkirina encamên referanduma serxwebûnê ye.

"Dadgeha Federal biryar da ku referanduma Herêma Kurdistanê dijî qanûna bingehîn e û ew biryara dawîn e. Li gor vê biryarê, divê hemî encamên referendumê werin pûç kirin."

XS
SM
MD
LG