Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Qanûna Bingehîn Serlêdana Trump ya Nehêlana Radestkirina Tomarên Bacê Red Dike


Serokê berê yê Amerîka Donald Trump
Serokê berê yê Amerîka Donald Trump

Dadgeha Qanpna Bingehîn ya Amerîka serlêdana serokê berê Donald Trump ya bo ku agahdarîyên baca wî nede Serdozgerîya devera Manhattan red kir.

Biryar rê li ber dozger Cyrus Vance vedike ku jibo tomarên baca Trump jurîyeke ya mezin ava bike.

Dadgeha Bilind ya Amerîka sala borî serledana Trump red kiribş ku gotibû ew serok e û xwedîyê parastineke giştî ya qanûnî ye û divê belgeyên wî yên bacê neyên eşkere kirin, .

Trump piştî vê jibo pûçkirina biryarê jinûve serî li Dagehê da û got ku biryar bê baş nirxandin û herwiha bi nêteke xirab hatîye girtin.

Du dadgehên federal yên jêrîn ew daxwazên nû yên Trump red kirin û biryara bicîhkirina eşkere kirina belgeyan dan.

Trump pişt re di Cotmehê de serlêdanek awarte ya Dadgeha Qanûna Bingehîn kiribû û niha, piştî çar mehan dadweran daxwaza wî carek din red kir û biryar dadgehên jêrîn pejirand.

XS
SM
MD
LG