Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Rûsî Weşana Novaya Gazeta Qedexe Kir


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku dadgeheke Rûsya îro Duşemê qedexe danîye ser weşana Novaya Gazeta.

Reutersê dîyar kir Novaya Gazeta yek ji wan medyayên serbixwe yên li Rûsya bûye, lê lîsansa wê ji dest hatiye girtin.

Çavdêra medya Rûsya, Rozkomnadzor dîyar kir ku Novaya Gazeta belgeyên ser guherîna xwedîyê wê nedaye.

Edîtorê Novaya Gazeta Dmitry Muratov, ku wergirê Xelata Aştî ya Nobelê ye, da zanîn ku biryara dadgehê ne qanûnî ye, lê sîyasî ye.

Muratov got ku ewê serî li dadgeha pêdaçûnê bidin.

Novaya Gazeta ji 1993'an vir ve di karên medya de çalak bû.

XS
SM
MD
LG