Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Tawankarîyê Fermana Dadkirina 4 Kenyayîyan dide


Avahîya Dadgeha Tawankarîyê ya Navnetewî li bajarê Dan Hag'ê.

Dadgeha Tawankarîyê ya Navnetewî (DTN) ferman da ku 4 kesên navdar yên Kenyayî derkevine pêş dadgehê, bi sedema ku rola wan di rêkxistina tundîya kujêr ya piştî hilbijartinan de heye.

Dadgeha ku bingeha wê li Den Hag e, îro Duşemê got, di destê wan de bi têra xwe delîl hene ku li hember Cîgirê Serokwezîr Uhuru Kenyatta, wezîrê berê yê perwerdeyê William Ruto, Wezîrê Dewletê Francis Muthaura û rêvebirê radyoyê Joshua Arap Sang dozek were vekirin.

Dadgehê tawanên dijî rêvebirê berê yê polîsan Mihemed Huseyîn Alî û wezîrê berê yê Endustrîyê Henry Kosgey vekêşa, bi sedema nebûna delîlan.

Li Kenyayê, piştî hilbijartina kêşebar ya sala 2007'an tundîyên nîjadî pêk hatibûn û dora 1.300 kes hatibûn kuştin û pirtir jî 300.000 kesên din jî birîndar bibûn.

XS
SM
MD
LG