Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeheka Tirkîyê Endamên Artêşa Îsraîlê Tawanbar Dike


Dadgehek Tirkîyê bi fermî endamên artêşa Îsraîlê tawanbar kir jiber kuştina neh kesan sala 2010'ê di gemîyeka Tirkîyê de ku dixwest dorpêça Îsraîlê li ser Xeze bişkîne.

Ajansa dewletî ya dengûbasên Tirkîyê, Anadolu dide zanîn wê dadgeha Stenbolê roja Duşemê bi tevaya dengan ew doz li dijî serokê berê yê artêşa Îsraîl General Gabî Aşkenazî û serokên hêzên deryayî û esmanî û zanîyarî ya leşkerî pesend kir.

Wê daye zanîn ew li gel neh gerên zîndana heta mirinê ber bi rû dibin li ber derkirina fermana kuştin û eşkencê.

Endamên leşkerê Îsraîl wek xoya li dadigeha Tirkîyê amade nabin lê ne dûr e dadigeh bêy amadebûna wan fermanek girtinê derket eger ew bên gunehbar kirin.

Ev pêngave tinê çend rojan ber duhem salvegera wê êrîşa kujier li 31 ê meha 5 tê rakirin.

XS
SM
MD
LG