Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekêtiya Ewrupa Rêbazên Nû li Dij DAIŞê Dê Bikar Bîne


Roja sêşemê welatên Yekêtiya Ewrupa li Bruksel rêbazên nû li dij rêxistina terorist ya dewleta Îslamî (DAIŞ)ê biryar dan û xalên nû dê li dij endam û hevsozên wê rêxistinê bihên encam dan.

YE biryar dide ku seferkirina kesên di nava komên civakî yên weke kesên radîkal tên naskirin bihên qedexekirin, herweha sermayedarê hemû şerîketên bi gropa radîkal ya (DAIŞ)ê girêdayî bihê zepkirin û desteserkirin.

Roja sêşemê dîsan Yekêtiya Ewrupa biryar girt da ku, sizayan li hember çekdarên biyanî bistîne, yên gomana wan heye ku çû bin nava DAIŞê rahênan kir bin yan jibo demekî tevlî wan bû bin, yan têkilî bi gropên radîkal re dana bin.

Yekêtiya Ewrupa li gor rêbazên nû kesên gomanbar nabe sefera hîç wealtekî bikin jibilî welatê wan yê ku ew lê hatine dinyayê.

XS
SM
MD
LG