Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Destûrnameya Berbijarê HDP’ê li Qersê Nayê Dayîn


Abubekir Erkmen
Abubekir Erkmen

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ragihand ku destûrnameya hevşaredarê nahîyeya Dagpinar ya bajarokê Dîgorê ya Qersê, Abubekir Erkmen nayê dayîn, bi sedema ku ew bi Biryarnameya Desthilata Qanûnê (KHK) ji kar hatiye derxistin.

Erkmen ji Dengê Amerîka re got ku komîsyona hilbijartinê ya Dîgorê, ji komîsyona hilbijartinê ya Qersê jibo zelalbûna mijarê agahî xwestiye û ew li benda biryara komîsyonê ne.

“Ji komîsyona hilbijartinê ya Dîgorê telefon ji me re vekirin û xwestin ku em jibo wergirtina destûrnameyê herin wê derê. Dema em çûn, ji me re hate gotin ku bi sedema ku ez bi KHK’ê ji kar hatime derxistin, dayîna destûrname hatiye rawestandin,” Erkmen got.

Hejayî bibirxistine ye ku Erkmen di sala 2017’an de, dema ku ew xebatkare şaredarîya Dagpinarê bû, bi KHK’ê ji kar hatibû derxistin.

AA_04_05_2019_Dîgor
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:15 0:00

XS
SM
MD
LG