Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşa Xwekujî de li Afganistanê Dehan Kuştî Hene


Cil û solên qurbaniyên li ciyê êrîşa xwekujî li Kabul roja 22î Nîsana 2018.

Li Kabul, paytexta Afganistanê, roja Yekşemê li bingehekî dengdanê dema nav dihatin nivîsandin, êrîşek xwekujî pêk hat, di encam de 48 kes hatin kuştin û dehan birîndar hene, DAIŞê xwe berpirs ji wê êrîşê ragihand.

Berdevkê wezareta Tendirustî ya Afganistanê gotiye, ji dervey kuştina 48 kesan, 112 kesên din birîndar bûne.

General Dawûd Emîn berpirsê polîsên Kabul dibêje, êrîşê ew kesên sivîl kirine armanc yên ku dixwestin kartên xwe yên nasnama niştîmanî bistînin.

Weke şahidên bûyerê dibêjin, teqînek gelek bihêz bû, çendîn kîlometran dûrî ciyê êrîşê deng hatiye bihîstin û şoşeyên pencer û avahiyan şkane.

Polîsan derhal rêyên diçin ciyê bûyerê girtine, tenê ambulans dikarin herin birîndar û kuştiyan bo nexoşxanan veguhêzin.

Kenalên TV yên xwecihî dîmenên nexoşxanan vediguhêzin, dema xelk pirsa kes û karên xwe dikin yên bûne qurbana wê êrîşê.

Rêxistina DAIŞê di daxûyaniyek xwe de, ya ku di Aamaq de hatî weşandin dibêje, me Şîia yên "rafizî" Armanc girtine.

XS
SM
MD
LG