Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêveberîya Kurdan li Sûriyê Zarokên Êtîm Yên DAIŞ'ê Radestî Fransa Û Holanda Dike


Çend zarok li Kamp al-Hol li Sûriyê
Çend zarok li Kamp al-Hol li Sûriyê

Berpirsekî Rêvebrîya Xweser ya Kurdan li bakurê rojhilatê Sûriyê, roja Duşemê ragihand ku wan hejmarek zarokên êtîm yên çekdarên DAIŞê radestî Fransa û Holanda kirine.

Abdulkarîm Omer, Hevserokê ofîsa têkiliyên derve ya Xweserîya Demokratîk ya Kurdan li beşa bakurê rojhilatê Sûriyê got, wan zarokên êtîm radestî du şandên Fransa û Holanda kirine.

Di hesaba twîtera xwe de Omer, bi twîtekê daye zanîn ku wan 8 zarokên êtîm yên DAIŞ'ê radestî şanda Fransî û 2 jî radestî şanda Holandî kirine.

Rêveberîya li bakurê rojhilatê Sûriyê hişyarî dabû welatên biyanî û rojavayî ku bihên welatiyên xwe yên tevlî DAIŞê bûbûn û niha li cem wan girtîne werbigirin.

Piştî ku Hêzên Sûriya Demokrat HSD'ê herêmên herî dawî yên li jêr kontrola DAIŞê de bûn li Sûriyê rizgar kirin, bi hezaran endamên DAIŞê û malbatên wan xwe radestî HSDê kir bûn.

Hefteya derbasbûyî rêveberîya Kurdan li bakurê rojhilatê Sûriyê got bû wan 2 jin û 6 zarok radestî berpirsên Amerîkî kirine.

Her çende Rêveberîya bakurê Sûriyê pir caran bang li wan welatan kir bû, yên ku welatiyên wan tevlî DAIŞê bûne û niha di dest wan de digrtîne bên welatiyên xwe werbigrin, lê heta niha kêm welatan amadekarîya xwe diyar kirine bû wergirtina wan welatiyan.

Ev yek li wan welatan dibe sedema danûstendinek dijwar, jiber ku piraniya gelên wan welatan naxwazin cardî malbatên tevlî DAIŞê bûne hembêz bikin.

Rêveberîya Kurdan û Hêzên Sûriya Demokrat didin zanîn ku hezaran endamên DAIŞê ji dehan nasnameyên cûda li cem wan girtîne, di nav wan de hene ku hêjî DAIŞê diparêzin, rêveberî dibêje, ew nikarin welatiyên wan heta hetayê li cem xwe biparêzin, daxwazê ji wan welatan dikin ku bên welatiyên xwe werbigirin, lê heta niha siyasetek zelal ya wan welatan li hember vê pirsgirêkê nîne.

Para herî mezin ya endam û malbatên DAIŞê li kampa al-hol dimînin, bi 10 hezaran zarok û endamên DAIŞ'ê li wê kampê hene, rêxistinên xêrxwazî dibêjin rewşa kampê ya mirovatî gelek xerabe.

XS
SM
MD
LG