Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şahidek Jin Behsa Jiyana di Hindirê Malbatên DAIŞê de Dike


Semira Al-Nesir Jinek di nava DAIŞê de
Semira Al-Nesir Jinek di nava DAIŞê de

Semîra Al-Nesir, yek ji şahidên jiyana rojane yên di nava malbatên DAIŞê de ye, karê wê pîrîkî ji wan jinan re dikir yên ku zarok dibûn.

Semîra dibêje beşek ji jinên DAIŞê yên biyanî nedizanbûn ew hatine ku derê û niha li kuderê dijîn "hin ji jinên DAIŞê Digotin ew hatine Filstînê û hin din digotin ew hatine welatekî ku Îslamê nasnakin û bi cî naynin". Lê jinên ku min ew didîtin digotin, "Em matmayî man dema ku me dî li her kolanekê mizgeftek heye".

Nêrîna wan li ser Sûriyê şaş bû,carekê yekê ji wan got ez hatime Qudse , me jê re got ev ne Qudse ev Reqa ye.

Jinên DAIŞê ku hevjînên wan di pevçûnan de dihatin kuştin ,ew kom dikirin ta ku carek din bidin endamekî DAIŞê yê biyanî. Li gor Al-Nesir, jinên Biyanî bi tenê ji bo endamên DAIŞê yên biyanî bûn, Semîra dibêje.

"Nêzî 10 ta 15 jinên DAIŞê di malekê de komkiribûn ji bo wan li endamên DAIŞê mare bikin, dema ku kê yek bizewiciya diçû yeke xwe di nav wan de digirt, dema hevjînê jinek biyanî dihat kuştin qedexe bû ku ew ji mal derkeve ta dema ew carek din ji yekî DAIŞî re bihê mare kirin. Zewaca jinên biyaniyan bi tenê ji bo yên biyanî bûn.

Derbarê jin û keçên Êzîdî ku DAIŞê ew ji Şengalê revandibûn Semîra Al-Nesir besa wan jî kir û dibêje,"Jin û keçên Êzidî ji bo derbaskirina demê bûn ,ku dost an hevalekî DAIŞê ji keçeke Êzîdî hezbikra ew rojekê an dudiyan ji xwediyê wî distand an jê dikirî, jinên Îzîdî xizmeta endam û malbatên DAIŞê dikir".

Jinên ji Rêxistina DAIŞê hatîn rizgarkirin û ku di heman demê de DAIŞî bûn, gelek zordarî li ser destê Rêxistina tundrê dîtibûn, û wan digot ew bi navê ola Îsalmê hatibûn xapandin.

Raporta Rêber Kalo - Reqa
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:19 0:00

XS
SM
MD
LG