Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pêzanîn Derbarê Êrîşa DAIŞê li Herêma Germiyan Û Kuştina 5 Pêşmergeyan


Hêzên Pêşmerge li Herêma Germiyan
Hêzên Pêşmerge li Herêma Germiyan

Şeva borî, çekdarên DAIŞê êrîşek bir ser bingehên pêşmergan li herêma Germiyan, di encam de 5 pêşmergan giyanê xwe ji dest da û 4 birîndar bûn, fermandekê pêşmerge dibêje, şaneyên nivistî yên DAIŞê ew êrîş encam daye.

Efserê Pêşmerge Umêd Mihemed fermandê hêzên kumando yên lîwaya 5 ya piyade ya hêzên pêşmerge, derbarê çawaniya encamdana êrîşa DAIŞê bo ser bingehên pêşmergan bo Dengê Amerîka axivî û got "Demjimêr 9 û 50 xulek yê şeva borî DAIŞê êrîî anî ser bingeheke leşkerî li nêzîk nahiya Koleco, me jî xalên xwe yên leşkerî agihdar kirin ku liber xwe bidin, heta hêzên piştevanî tên şandin."

Fermandarê pêşmerge, zelal dike ku hêzên wan yên kumando li hewara wan çûne, dema ew gehiştîne, DAIŞê ji her alî de êrîşa xwe bihêz kirîye û piraniya çekdaran qenase û çekê li gor germatiyê tev digere di gel de bûn, fermandar dibêje "Di dema êrîşa destpêkê de çend pêşmerge birîndar bûn, me dixwest bi rêya tirombîla Hammaer rizgar bikîn, lê li ser rê bombeyên çandî hebûn û hatin peqandin, di encam de 2 efser û du pêşmerge şehîd bûn, pêşmergek jî ku laşê wî 50% şewitî bû, xwe avêt bû nav cokek avê û xwe rizgar kir."

Derbarê heman êrîşê ajansan dan xuyakirin ku 5 pêşmergeyên Kurd yên Îraqî hatin kuştin û çar jî birîndar bûn, di encama teqîna bombeyeke li rex rêyekê da, ku berpirsê wê komela cîhadî ya Dewleta Îslamî (DAIŞ)ê ye, desthilatên herêmî îro roja Yekşemê ev yek ragihandin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got, teqîna êvara Şemiyê li başûrê bajarê Silêmaniyê tekezî li ser "metirsiya ciddî" dike ku hêşta jî DAIŞ li ser Herêma Kurdistanê ye çar sal piştî hikûmeta Iraqê serkeftina li dijî cîhadîyan ragihandî.

Wezareta pêşmerge ya herêmê da zanîn ku şervanên hatine kuştin di rê de bûn û diçûn bo harîkarîya hevalên xwe yên ku rastî êrîşa çekdarên DAIŞê hatibûn.

Mesrûr Barzanî got, "Me gelek caran hişyarî daye derbarê metirsiyên terorîstên DAIŞIê."

Êrişên herî dawî yên DAIŞê bo ser xaleke kontrolê ya li başûrê Kerkûkê bû ku di meha Îlonê de 13 polîs hatibûn kuştin û ya dike jî ku berpisyarîya wê DAIŞê girtibû ser xwe teqîna Tîrmehê bû li taxa Şîî ya Bexdayê ya bajarê Sadir bû ku 30 kes hatibûn kuştin.

DAIŞê di sala 2014an de bi êrîşeke birûskî dest danîbû ser gelek cihên Iraqê, lê bi piştgirîya hevpeymanîya serbazî ya bi serkirdayetîya Amerîka û hêzên Îraqî ve hatibû têk birin

Hikûmeta Îraqî ragihandibû ku tundrewên Sunnî di dawiya sala 2017an têk çûne, lê DAIŞê şaneyên veşartî hene û êrîşên xwekujî li ser hêzên ewlehîyê berdewam dikin.

Çavkanî: AFP û Nûçegihanê Dengê Amerîka li Kerkuk

Raporta Kerkuk 28 11 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:34 0:00

XS
SM
MD
LG