Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ Dîmenên Şewitandina 2 Leşkerên Tirk Diweşîne


DAIŞ'ê do Pêncşemê da zanîn ku du leşkerên Tirk şewitandiye. Vîdyoya şewitandina leşkeran li ser medyayê bi şev belav bû, lê heta niha jî ji aliyê karbidestên Tirk ve derbarê vîdyoyê de daxuyanîyek nehatiye dayîn.

Di vîdyoya ku 19 deqîqe ye de, DAIŞ dide zanîn ku ew du leşkerên ku navên wan Sertac Taş û Fethi Şahin e, dişewitîne.

Di vîdyoyê de çekdarekî DAIŞ'ê gefan li Tirkîyê dixwe û dibêje ''Ey Erdogan, ey Tirkîye! Tiştê we kiriye dê bêberdel nemîne, leşkerên xîlafetê dê tola xwe hilînin!''

Çekdarê DAIŞ'ê bang li alîgirên xwe li Tirkîyê dike û van vedixwîne çalakîyên xwekuştinê.

Çaverê ye ku Sererkanîya Tirkîyê îro Înê daxuyaniyekê li ser vidyoyê belav bike.

Di heman demê de, jiber weşandina dîmenên leşkerên Tirk, ji şeva borî vir ve torên civakî yên wek Facebook, Twitter û Youtube giran bûne.

XS
SM
MD
LG