Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq: 18 Hezar Kes di Şerê DAIŞ'ê de Hatine Kuştin


Wezîrê derve yê Îraqê Ibrahim al-Jaafari

Wezîrê derve yê Îraqê Îbrahîn al-Ja'farî, roja Çarşemê ji Kuwait ragihand ku, di êrîşên li Îraqê de yên li dij Komela Dewleta Îslamî DAIŞ'ê de, ji sala 2014an 18.000 kes hatine kuştin û 36.000 kes jî, birîndar bûne.

Ji hejî bîr xistinê ye ku, çekdarên DAIŞ'ê di sala 2014an de êrîşên berfireh li Îraq û Sûriyê pêk anî bûn, gelek bajarên wan welatan xist bûn jêr kontrola xwe, bi taybet bajarê Mûsil ku bajarê duyan yê herî mezine li Îraqê, herweha li Sûriyê bajarên weke Reqa, Minbic, Dêrezor û gelek cihên din kontrol kir bûn, Mîlyonan kes koçber û bê cih û mal bûbûn.

Koalisyona navnetewî bi pêşengiya Amerîka êrîşên esmanî yên dijwar li dij armancên DAIŞ'ê pêk anîne, nihe herêmên gelek biçûk di dest DAIŞ'ê de mane li Îraq û Sûriyê.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG