Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Davudoglu: Rokêt Ji Aliyê Dewleta Îslamî de Hatine Nav Axa Tirkiyê


Ahmet Davutoglu.

Ajansa Reuters li gor Serokwezîrê dewleta Tirk Ahmet Davutoglu radigehîne ku, ew rokêtên îro roja Sêşemê 8î Adarê ketine nav axa Tirkiyê ji aliyê dewleta Îslamê (Daişê) de hatine avêtin.

Davutoglu dide zanîn ku, li bajarê Klis yê liser sînorê Sûriyê rastî êrîşeke rokêtan hatiye, di encama rokêtbaranê de 2 kes hatine kuştin.

Davutoglu dîsan dibêje, ji encama vê rokêtbaranê xuya dibe kanê agirbest çend di rewşeke xerab daye.

Di prês Konferanseke hevbeş ya li gel hevpîşeyê xwe yê Yunanî de, serwezîr Davutoglu li bajarê Îsmîr liser derya Egey behsa êrîşa rokêtan kir.

XS
SM
MD
LG