Lînkên eksesibilîtî

DAIŞ'ê Berpirsîya Êrîşa Melbourne ya Avustralya Girt Ser Xwe


DAIŞ’ê îro Duşemê, di ser ajansa Amaq re berpirsîya êrîşeke li Melbourne ya Avustralya girt ser xwe.

Rêxistina tundrê, di daxuyanîyê de dîyar kir ku êrîş jiber piştgirîya Avustralya ya jibo koalîsyona bi pêşengîya Amerîka li dar xistîye.

Polîsên Avustralya roja Yekşemê êrîşvanekî ku jinek dîlgirtibû kuştibûn û jinik bi saxî hatibû filitandin.

Erîşvan gule bi ser sê polîsan de jî reşandibû ku karbidestên ewlekarîya Avustralya ragihandin ku rewşa wan baş e.

Avustralya hevalbendê Amerîka ye û piştgirîyê dide koalîsyona ku li Îraq û Sûrîyê dijî DAIŞ’ê şer dike ku li wî welatî jî gefa êrîşên çekdarên ku şerê li Rojhilata Navîn vegerîyane zêde bûye.

XS
SM
MD
LG