Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ'ê Berpirsîya Êrîşa Londonê Girt Ser Xwe


Berpirsîya êrîşa li metroya Londonê, Dewleta Îslamî (DAIŞ) girt ser xwe.

Ajansa rêxistina tundrê Amaq dîyar kir ku yekîneyeke DAIŞ'ê êrîş pêk anîye.

Serokwezîrê Brîtanya Therasa May, piştî êrîşa ku 29 kes jiber birîndar bûn da zanîn ku alarma terorê rabûye asta "krîtîk"ê ku ew asta herî bilind e.

May dîyar kir ku dê hejmara polîsên li qadê were zêde kirin û leşker jî ewê alîkarîya polîsan bikin.

Alarma asta krîtîk nîşan dide ku li Brîtanya gumana êrîşeke terorî heye.

Li îstasyona Parsons Green, do Înê serê sibê peqînek pêk hatibû. Piştî ku eşkere bû ku peqîn bi bombeyeke destan pêk hatiye, Serokwezîra Brîtanya May dabû zanîn ku peqîn, êrîşeke terorî ye.

XS
SM
MD
LG