Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raport: DAIŞ'ê bi Awayekî Pêşketî Çekan li Mûsilê Çêdikirin


Çekdarekî DAIŞ'ê li Mûsilê
Çekdarekî DAIŞ'ê li Mûsilê

Sazîyeke ku li ser çekan lêkolînekê dike, îro Çarşemê bi raporteke nivîskî ragihand ku DAIŞ'ê li karxaneyeke nêzî Mûsilê, piranî bi alav û berhemên ku ji Tirîyê dikirî, sîlahên pêşketî çêdikirin.

Rêxistina Conflict Armament Research (CAR) ya navend li Londonê, da zanîn ku DAIŞ’ê di navbera Îraq û Tirkîyê de bazareke kirîn-firotanê saz kiriye û bi perçeyên ji ser vê rêye re hatine, bi deh hezaran çek çêkirine.

Lêkolînerên CAR'ê pîştî lêkolînên li ser çekên li fabrîqayên nêzî Mûsilê û yên li herêma şer dîtin, giheştin vê encamê.

Jiber ku Artêşa Îraqê li Mûsilê pêşde diçe, derfeta DAIŞ’ê nemaye ku li fabrîqayan çekan ava bike, lê rêvebirê CAR’ê, James Bevan, hîşyarî dide ku çekdarên DAIŞ'ê ku bi şûnde vekişin jî tecrubeyên çêkirina çekan bi xwe re dibin.

''Xuya dike ku ev kom rêxistin rekûpêk e. Li ser dîwarên Mûsilê çi dinivsîne, bi awayekî zelal dibînin'' Baven ji Associated Pressê re got.

Bevan bi berdewamî dîyar kir ku DAIŞ’ê pisporên xwe yên çêkirina bombeyan ji Mûsilê derxistine û veguhastin Sûrîyê û başûrê Tirkîyê.

XS
SM
MD
LG