Wezareta Îstixbaratê ya Îranê îro Pêncşemê ragihand ku pênc kesên ku êrîş birin ser parlemanê û gora Ayetullah Xumeynî Îranî bûn ku tev li DAIŞ’ê bûne.
Wezaretê ragihand ku ew êrîşkar li Mûsilê û Reqa jibo DAIŞ’ê şer kirine û di Tebaxa sala çûyî de vegerîne Îranê.
Karbidestên Îranî herwiha ragihand ku hejmara kesên kuştî bilind bûye û giheştiye herî kêm 17 kesan û pirtir ji 50 kesên din jî birîndar bûbûn.
DAIŞ’ê bi vîdyoyeke 24 sanîyeyî êrîş rakir ser xwe û gefan li Îranê kir ku ewê dîsa êrîşên wî rengî li hember wî welatî pêk bîne.