Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dewleta Îslamî Dijî Îranê Gefên Nû Dixwe


Dewleta Îslamî (DAIŞ), îro Çarşemê dijî Îranê gefa êrîşên nû xwar.

Rêxistina tundrê, bi vîdeoyekê bang li ciwanên Îranê kir ku dijî hikûmeta wî welatî serî hildin û li wir cîhadê pêk bînin.

Vîdeo, bi logoya Ajansa Amaq hat weşandin. DAIŞ’ê, di vîdeo de dîmenên du êrîşên li Tehranê jî nîşan dan. Berpirsîya her du êrîşên ku di meha Hezîranê de li dar ketibûn, DAIŞ’ê girtibû ser xwe.

‘’Çawa ku me serê kûçikên we li Îraq û Sûrîyê jê kirin, emê serê we jî li Tehranê jê kin’’ çekdarekî DAIŞ’ê, di video de bi Farisî got.

Di êrîşên li parlementoya Îranê û li gora Ayetullah Xumeynî de bi kêmî ve 18 kes hatibûn kuştin.

Îranê piştî êrîşa DAIŞ’ê, di 18’ê Hezîranê de êrîş biribûn ser navendên rêxistina tundrê yên li Sûrîyê. Karbidestên Îranî herwiha ragihandibûn ku bi dehan kesên ku peywendîya wan bi êrîşa parlemento û gorê re heye, hatine girtin.

XS
SM
MD
LG