Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR Dibêje DAIŞ'ê li Derêzorê 33 Kes bi Girseyî Kuştin


Endamên DAIŞê li Reqa (Arşîv)
Endamên DAIŞê li Reqa (Arşîv)

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) dibêje ku DAIŞ’ê vê heftê 33 kes kuştine ku ew jî kuştinkarîya girseyî ya yekê ya vê salê ye.

Rêxistina mafên mirovan dide zanîn ku kuştinkarî zûtirîya roja Çarşemê li gundewarên rojhilata Derêzor pêk hatine û bizavkarên wî dîdevanîya wê kiryarê kiriye.

SOHR bi berdewam dibêje ku nayê zanîn kesên kuştî çekdar in yan sîvîlên ku ji alîyê DAIŞ’ê ve cezayê mirinê li wan hatine birîn.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan bal kişand ku ji meha Îlon û Cotmehê vir ve ku du komên bi 15 kesan, ji alîyê DAIŞ’ê ve hatin kuştin, cara yekê ye ku hejmareke mezin ya kuştinên girseyî li Sûrîyê opêk hatine.

XS
SM
MD
LG