Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serdozgerîya Lîbya: DAIŞ'ê li Sirte ''Artêşa Çolê'' Damezirandîye


Hêzên Lîbya li Sirte
Hêzên Lîbya li Sirte

Serdozgerîya Lîbya bi daxuyanîyekê ragihand ku Dewleta Îslamî (DAIŞ), piştî têkçûna li Sirte, ‘’artêşeke çolê’’ ya ku bi kêmî ve ji ji sê lîwayan pêk hatîye damezirandîye.

Serdozgerîyê dîyar kir ku bi sedan çekdarên DAIŞ’ê, ku di 2015’an de Sirte bi dest xwe xistibûn, berî şerê sala par ya ku 7 meh dom kiribû, ji bajêr derketine û derbazî kampên li çolê bûne.

Berpirsê Vekolîna Serdozgerîyê Sadiq El-Sour da zanîn ku çekdarên DAIŞ’ê, di van hefteyên dawî de li başûr û li rojhilata Sirte rê birîne û du êrîş birine ser hêzên ewlekarîyê.

Amerîka di du hefteyên dawî de, du êrîşên esmanî birin ser kampên li çolê.

El-Sour dîyar kir ku DAIŞ’ê li Lîbya ‘’artêşa çolê’’ ya bi kêmî ve ji 3 lîwa pêk tê ava kiriye û serokê wê artêşê jî El-Mehdî Salem Dangou yê ku bi navê Ebû Barakat tê nas kirin e.

El-Sour got ku DAIŞ, hin rêkên nû dîtine û di wan re ji Sûdan, Misir, Tunus û Cezayîrê çekdaran tevî xwe dike.Wî herwiha da zanîn ku fermandarê DAIŞ’ê yyê ku serê 21 Xirîstiyanên Qiptî jê kiribû hatîye girtin û ewê li cîhê ku term hatine veşartin, lêgerînê bikin.

Di Sibata 2015’an de, piştî dîmenên vê bûyerê hatibûn weşandin, Misirê Lîbya bombebaran kiribû.

XS
SM
MD
LG