Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ Berpirsîya Êrîşa Nêzî Parlemana Brîtanî Hildigire


Rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) êrîşa roja Çarşemê ya li nêzîkî parlemana Brîtanî girt ser xwe, ku 3 kes tê de hatibûn kuştibûn.

Daxuyanîyeke nivîskî ku di malpera ajansa nûçeyan ya DAIŞê de hate weşandin, da zanîn ku êrêş ji alîyê “leşkerekî Dewleta Îslamî” hate kirin.

Serokwezîra Brîtanî Theresa May li parlemanê got ku êrîşvan li Brîtanya hate dinê û ew demekê ji alîyê sazîya îstixbaratî MI-5 ve, jiber gumanên tundrêbûnê hatiye lêpirsîn kirin.

Lê, May bal kişand ku êrîşvan ne di nav lîsta wan kesên gumanbar de bu îhtîmal e êrîşên terorîstî pêk bînin.

Wê dîyar kir ku heta niha zelal nebûye sedema kiryara wî çi ye, lê polîs bawer dike ku ew di bin bandora îdeolojîya Îslamê de maye.

Hêjayî balkişandinê ye ku polîsên Brîtanî, girêdayî êrîşê heta niha 8 kes desteser kirine.

XS
SM
MD
LG