Lînkên eksesibilîtî

DAIŞ Dîmeneke Din ya Serjêkirinê Belav Dike


Ajansa çavdêrîya şerkarî SITE ragihand ku DAIŞ'ê, vîdyoya serjêkirina yekî belav kiriye ku îdia dike ew kes hemwelatîyê Rûsî ye.

Di vîdyo de çekdarê DAIŞ'ê radigihîne ku kesê Rûsî xebatkarê îstixbaratê ye û li Sûrîyê hatiye girtin.

Wezareta Berevanî ya Rûsya û jêderên ewlekarîya wî welatî ser vîdeo hîn ti şirove nekirine.

Vîdeoya ku 12 deqîqe ye bi zimanê Rûsî ye.

"Ev bêfehm dibêje qey dewleta wî ewê li ser soza xwe bisekine û wî bi tenê nehêle" çekdarekî DAIŞ'ê berî ku bi kêrê serê wî merivî jê bike, dibêje.

Nasnameya vîdeoya merivê serjêkirî hîn ne dîyar e û ne eşkere ye ku vîdeo kengî hatiye girtin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Wezareta Berevanî ya Rûsya dabû zanîn ku ku ji Îlona 2015'an vir ve 30 xebatkarên Rûs li Sûrîyê hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG