Lînkên eksesibilîtî

DAIŞ Piştî Têkçûna li Îraqê Stratejîya Xwe Diguherîne


Karbidestên Kurd û Îraqî dîyar dikin ku çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ), piştî têkçûnên li Îraqê stratejîya xwe guherandîye û xwe jibo şerê gerîlla amade dikin.

Karbidestan ji Reuters'ê re dîyar kir ku DAIŞ dê biqulibe ser êrîşên bi komên biçûk û tek şexsan.

Karbidestan da zanîn ku çend mehên berê, jimareke çekdar û fermandarên DAIŞ'ê ji Mûsilê derketine û çûne Çîyayên Hemrîn yên li bakurê rojhilata Mûsilê. Ji wê herêmê, rê li çar eyaletên Îraqê vedibe.

Her çiqas hin ji wan çekdar û fermandaran hatine girtin jî, karbidest dibêjin ku piranîya wan gihaştine çîyayan û li wan deran bingehên operasyonan çêkirine.

Hêzên Îraqî, li Mûsilê piştî operasyonên 9 meh, hefteya borî kontrola bajêr bi dest xistibû.

Karbidest didin zanîn ku ewê çekdarên DAIŞ'ê, bi taktîkên wek yên El-Qaydê yên piştî 2003'an, êrîşan li dar xînin.

El-Qaydê, wê demê li Îraqê hema bêje her roj êrîşên xwekûjî û êrîşên bi maşîneyên bombebarkirî li dar xistibû.

Karbidestê payabilind yê têkoşîna li dijî terorê Lahur Talabanî ji Reuters'ê re got ku "Bi min wer tê ku rojên hîn zortir tên"

KarbiDest dîyar dikin ku îstixbaratkarên dema Sedam Huseyîn, dê bibin rêberên DAIŞ'ê yên dewra nû.

Li gor wan, di dewra nû de, DAIŞ ji dêvla damezirandina xîlafetê, dê pirtir hewil bide ku Misilmanên Sunî yên serhilda tevlî xwe bike û bala xwe bide ser şerê bi taktîka gerîlla.

Karbidestê Anbar Emad Dulaimi da zanîn ku di hindûrê bajêr de DAIŞ nemaye lê, rêxistina tundrê êrîşên bi yek şexs li dar dixîne

Dualmi dîyar kir ku sîvîl ditirsin ku DAIŞ bi şûnde vegere.

Wezîre Derve yê Îraqê yê berê Hoşyar Zebarî jî got ku fikra xîlafetê qedîyaye û xewn bi dawî bûye.

Zebarî dîyar kir ku ewê DAIŞ vegere taktîkên xwe yên berê; êrîş bike û bireve.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG