Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koalîsyona Dijî DAIŞ'ê Îro Çarşemê li Washingtonê Dicive


Wezîrên derve yên welatên ku di Koalîsyona Têkoşîna Dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de cîh digirin îro Çarşemê dê li Washingtonê bicivin.

Civîn dê bi mazubanîya Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo li dar keve.

Li ber e ku mijare sereke ya civînê, rewşa Sûrîya ya piştî vekişîna leşkerên Amerîkî be.

Serokê Amerîka Donald Trump di Berfanbarê de dîyar kiribû ku DAIŞ li Sûrîyê hatiye têk birin û dabû zanîn ku ewê bi qasî 2000 leşkerên Amerîkî yên li Sûrîyê vekişîne.

Hin karbidestên Amerîkî û bîragiştî ya navneteweyî didin zanîn ku bi vekişîna Amerîka re dibe ku DAIŞ jinûve li Sûrîyê xurt bibe.

XS
SM
MD
LG