Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sebah Numan: Taxek Stratejî li Bajarê Mûsil ji Çekdarên DAIŞ Tê Rizgarkirin


Sebah Numan Peyvdarê saziya dijî-Teror ya Îraqê
Sebah Numan Peyvdarê saziya dijî-Teror ya Îraqê

Peyvdarê saziya dijî-Terorê li Îraqê Sebah Numan di ragihandinek taybet de bo pişka Kurdî ya Dengê Amerîka dibêje, hêzên dije-Teror yên Îraqî roja Înê bi pilaneka dagirtî taxê al-Mothana yê bajarê Mûsil ji çekdarên DAIŞê rizgar kir, weke peyvdar dibêjeTaxê al-Mothana taxekî stratejîk û giringe li bajarê Mûsil.

Peyvdarê saziya dijî-Terorê dide zanîn ku wan şevê din bi şêwaz û tektîkek nû ya leşkerî rûbarê Xewasir derbaskirin, di seat 1:00 serê sibê de gihane taxê al-Mothana û tax hat rizgarkirin, zêdetirî 100 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Berpirsê Îraqî Sebah Numan herweha dibêje, çekdarên DAIŞê nikarî bûn liber xwe bidin û trombîlên leşkerî bikar bînin, bitenê liser piyan wan dikarî şer bikin, lê ew di rewşek berevaniya sist de bûn, tax di demek kin de ji aliyê yekîne û hêzên taybet yên saziya dijî-Terorê hat kontrol kirin.

Peyvdar dibêje, rizgarkirina taxa al-Mothana dibe kilîla pagijkirina hemî aliyê çepê yê bajarê Mûsil yê ku, ji aliyê rûbarê Dîcle ve tê dabeşkirin bo aliyê çep û rast (rojhilat û rojava).

Wek tê zanîn 17.10.2016an operasiyona rizgarkirina bajarê Mûsil ji DAIŞ hatbû destpêkirin, bajarê herî dawiyê yê ku li Îraqê heta niha li jêr kontrola çekdarên DAIŞê de maye.

Heta niha gelek tax û herêmên bajarê Mûsil ji çekdarên DAIŞ hatine rizgarkirin, leşkerê Îraqê bi alîkariya hêzên hevpeymaniya navnetewî hewil dide çekdarên DAIŞ ji bajar derbêxe, çavdêr dibêjin dê DAIŞ gelek lawaz bibe dema ji Mûsil tê derkirin û bajar rizgar dibe.

Hevpeyvîn li gel Peyvdarê Saziya Dijî-Terorê li Îraqê
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:06 0:00

XS
SM
MD
LG