Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ li Başûrê Kerkukê Xendekan Dikole


Kurdish Peshmarga
Kurdish Peshmarga

Nûçegihanê Dengê Amerîka roja duşemê ji kerkuk ragihand ku, berpirsên pêşmergan dibêjin dibe çekdarên DAIŞê planakeke berfireh hebe lewan li gundên herêma başûrê Kekukê ya li jêr kontrola çekdarên wan xendekan dikolin û amadekariyan dikin.

Serleşkerê Pêşmergan yê di asta blind de Tariq Ahmed, cîgirê fermandarê Lîwa 9 ya hêzên pêşmergan li başûrê Kerkuk gote Dengê Amerîka "goman heye ku DAIŞê hemî ew xendekên niha dikole pirî bombe û teqîn bike".

‌Herweha wî got "heta niha em bi temamî nizanîn kanê mebesta ji van xendekan ewe da ku, xwe ji êrîşên pêşmergan biparêze yan ji dixwaze weke sengerên bombe û teqemeniyan li pêşiya xwe dane jibo rêgirtinê.

Xendek kolan ji aliyê çekdarên DAIŞê de, di wî demî de ye dema hêzên pêşmerge û hêzên leşkerê Îraqê di amadebaşiyê de ne jibo êrîşkirina ser Hewêce.

Bajarokê Hewêce yê nêzîk kerkukê yek ji bingehên sereke yên çekdarên DAIşê tê naskirin.

Serleşker Tariq Ahmed dîsan dibêje em dixwazîn bi hevkarîya hevpeymanan bi Firokên bê Frokevan webildanên wan kontirol ê wêne bikîn, lê ew li herêma agirê bi temeduya reş hildikin û esmanê herêmê şêlo dikin, da ku nehêt zanîn ka ew çi dikin.

Dilşad Enwer
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:00 0:00

XS
SM
MD
LG