Çavkaniyên ewlekarî yên Îraqê roja Çarşemê dan xûyakirin ku, di êrîşên Dewleta Îslamê (DAIŞ)ê de, li bajarê Tikrît bi kêmanî 31 kes hatine kuştin û zêdetirî 40 kesan birîndar bûn e, di nava kuştiyan de 14 polîs hene.
Efserê Polîsan Xalid Mahmûd gote ajansa Reuters, çekdarên DAIŞ´ê cilên polîsan bi kar anîne û bi otombîleke polîsan hatine nava bajarê Tirkirî yê ku 175 kîlometran dikeve bakûrê paytext Bexda, hejmara çekdaran 10 kes bûn di nav de 2 xwekûj hebûn.
DAIŞ’ê di daxûyaniyekê de ev çalakî girt ser xwe û datayên bûyerê di ajans Aamaq de dan weşandin û ragihand ku, çekdarên wan serê sibê êrîşî bajarê Tikrît kirine, êrîş li dij xala pişkinînê û mala berpirsê navenda polîsên bajar pêk hatiye.
di encam de, berpirsê navenda polîsên dije terror û 4 kes ji endamên malbata wî hatine kuştin.
Çavkaniyên polîsê Tikrît da zanîn ku, di êrîşê de, 2 xwekûjan li hember polîsan xwe teqand, hejmarek ji polîsan bûne qurban.
Herweha Nawfel Mustefa pizîşkê nexoşxana Tikrît got, hejmara kuştiyan zêdtir bû, piştî laşên hind xwediyên dukanan hatine dîtin.