Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gundekî Biçûk li Îraqê hîn li jêr Kabûsa DAIŞ ê Ye


Gundekî biçûk ku rûniştvanên wê Tirkmenên Şîa ne, li jêr kontrola çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) e û wekî bingeheke pêkanîna êrîşên kîmyawî tê bikaranîn.

Hin jêder ji Dengê Amerîka re dibêjin, hêzên koalisyona navnetewî dudil in ku alîkariya rizgarkirina vî gundi bikin, jiber ku ewê hêza mîlîşyayên Şîa xurtir bike.

Gundê Beşîr ji nîvê sala 2014ê li jêr destê DAIŞ e. Rêxistina terorîst vî gundi bikar tîne jibo pêkanîna êrîşan, di nav de jî yên kîmyawî, li dijî gundên derdora wê. Li gorî karbidestan, DAIŞ vê mehê êrîşeke kîmyawî li dijî bajarokê Toz Xurmatu pêk anî ku tê de sê sivîl hatin kuştin û jimareke din jî birîndar bûn.

Soran Celal, berpirsê ofîsa berevaniya sivîl li Toz Xurmatu dibêje, “mûşek bînekê wek ya sîran belav dike û dihêle ku mirov gêj bibe û verişe.” Wî ji Dengê Amerîka re got ku vekoleran piştrast kirine ku gaza xerdelê ligel çekan tê bikaranîn.

Piştî êrîşê, bi sedan xelkê gund xwepêşandinek lidar xistin û rêka giştî ya Îraqê girtin. Wan daxwaz kir ku hikûmet bilez DAIŞ ji gundê wan derxîne.

Li derdora gundê Beşîr, piraniya hêzan Kurd in û herwiha mîlîşyayên Heşdê Şeibî. Tenê beşekî biçûk ji rojavayê gund li jêr kontrola DAIŞ maye.

Karbidestên Kurd û Îraqê dibêjin, eger ne piştgiriya esmanî ya hêzên koalisyonê be, ewê dijwar be ku DAIŞ ji gund were derxistin, jiber ku wan terorîstan mayîn û alavên teqînok li seranserî deverê çandine.

Koalisyon red dike ku piştgiriya esmanî bide, jiber ku ew ditirse ku ev yek Heşdê Şeibî xurt bike.

“Siyaseta me ew e ku piştgiriya hêzên ser bi hikûmeta Îraqê ve bikin, yan jî ewên li jêr fermandariya rasterast ya Bexdayê,” Kolonel Steve Warren, berdevkê operasyonên artêşa Amerîkî li Îraqê ji Dengê Amerîka re got.

Li gorî şirovekarê Enstituya Washington Michael Knights, Amerîka danûstandinê ligel wan hêzên Heşdê Şeîbî dike ewên ku li jêr fermandariya serokwezîrê Îraqê ne, “lê ne ew grûpên ku ji derveyê kontrola hikûmetê kar dikiin, bi taybet jî ewên ku leşkerên Amerîkî kuştine.”

Rêxistinên terorîst wekî Katayeb Hizbullah û Asayeb Ahl al-Heq li derdora Toz Xurmatu şer dikin. Şirovekar Knights ji Dengê Amerîka re got, “alên Hizbullaha Libnanî jî li wan deveran hatine dîtin.”

Fermandarê pêşmerge Westa Resûl dibêje, hebûna DAIŞ li gundê Beşîr gefeyeke mezin e jiber ku ew tenê çend kîlometran dîr navenda Kompaniya Nefta Bakur in. Ew fîrme dora 35 ji sedî ji rêjeya elektrîka Îraqê pêşkêş dike.

*Ji Nivêsîna Rikar Hussein

*Wergerandin: Sîrwan Qiçço

XS
SM
MD
LG