Lînkên eksesibilîtî

DAIŞ Berpirsîya Êrîşa Duşemê li Şamê Radike Ser Xwe


Rêxistina Dewleta Îslamî berpirsîya êrîşa xwekujî ya li paytaxta Sûrîyê, Şamê rakir ser xwe ku herî kêm 17 kes tê de hatibûn kuştin.

Di daxuyanîyeke nivîskî de ku îro belav bû, mîlîtanan got ku 3 şervanên wan êrîş bir ser polkîsxaneyekê li taxa el-Midan ya Şamê.

Wezareta Navxweyî ya Sûrî gotibû ku 2 êrîşvanên xwekuj, ku yek ji wan karîbû bigeheje nav avahîya polîsan û xwe û bombeyên ligel bipeqîne, ew êrîş pêk anîbû.

Di seranser şerê navxweyî ya Sûrî de ku di 2011’an de destpê kiribû, li Şamê kêm caran êrîşên wiha qewimîbûn.

Di êrîşeke meha Tîrmehê de, ku ti kes negirtibû ser xwe, bi kêmî ve 18 kes hatibûn kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûbûn.

XS
SM
MD
LG