Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kompaniyên Mîrgehên Erebî Tevê Huşdariyên Amerîka Tevlî Pêşangeha Dîmeşqê Dibin


Şandeka ji 40 karsazên welatê Mîrgehên Ereb ên Yegirtî tevlî pêşangeha bazirganî ya Dîmeşqa paytexta Sûriyê bû, tevî huşdariyên ku Amerîka dabûn li dor kar û danûstandina li gel hikûmeta Sûriyê.

Mîrgehên Ereb ên Yekgirtî, ku yek ji hevalbendên sereke yên Amerîka ye li herêmê, pêwendiyên nêzîk li gel Dîmeşqê avakirine ji bo rûbirûbûna hejmûniya rikberên xwe yên Îran ûTirkiyê.

Wê meha Berçele ya borî balyozxaneya xwe li Dîmeşqê careke din vekir û ev yek bû cihê nerazîbûna Amerîka.

Şandeyan got niwênerên kompaniyên wek Arabtec û kompaniyên din ên weberhênanê ku karzaên Îmaratî serokatiya wan dikin û her wiha hin endamên odeyên bazirganî beşdarî pêşangehê bûn.

Roja 27 Tebaxê balyozxaneya Amerîka di Twîtekê de gotibû ku her kesê beşdarî vê pêşangehê be, renge ew rastî cezayên Amerîkî bê.

XS
SM
MD
LG