Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Danîmarka Piştî Zêdebûna Pêketinên Korona Qedxexeyên Asta Netewî Radigihîne


Kolanên bajarê Aalborg li Danîmark

Hikûmeta Danîmarkî îro Çarşemê ragihand ku sînordarkirinên dijî koronayê ku li 69 bajarvanî hene, li seranser welêt hatine berfireh kirin.

Hikûmetê got ku li gor biryara dortengkirina jîyanê xwaringeh, tîyatro, muzexane, sînema û cîhên din yên curbicur dê werin girtin.

Hikûmetê ragihand ku firogşeh wê vekirî bimînin, lê divê hemwelatî ji malê bixebitin. Li gor biryarê xwendekarên ji pola 5’an mezintir wê ji malê xwendinê bidomînin.

Li ber e sînordarkirinên jîyanê yên hember vîrusa korona heta 3’yê Rebendanê bidomin.

Hêjayî balkişandinê ye ku heta niha 116,087 bûyerên pêketina korona çêbûne ku 2,992 ji wan îro hatine tomar kirin û 961 kes mirine ku dîsa 11 ji wan mirinan îro qewimîne.

XS
SM
MD
LG