Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Danîmarka Biryar Dide ku Zarok Vegerin Dibistanan


Hikûmeta Danîmarka îro Çarşemê biryar da ku zarokên ji 11 salî biçûktir vegerin dibistanên xwe.

Bi vî awayî li Ewrupa, pêşî Danîmarka tedbîrên perwerdekirinê yên jiber vîrusa korona hatine ragihandin, sist kir.

Serokwezîra Danîmar Mette Frederiksen li Kopenhag ya paytext vebûna dibistanan pîroz kir.

Dibistanên li Danîmarka di 12’ê Adarê de hatibûn girtin.

Danîmarka yek ji welatên Ewrupî bû ku zû tedbîrên pêşîgir sitandibûn û bi vî awayî pisporên saxlamîyê wê dişibînin Koreya Başûr.

Vîrusa korona li wî welatî heta niha ketiye canê bi qasî 7000 kes û 299 kes kuştine.

XS
SM
MD
LG