Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Herêma Kurdistana Îraqê Dê 1 Mîlyar Dolaran Rasterast Bide Dana Gas


Logoyên Dana Gas û KRG
Logoyên Dana Gas û KRG

Reuters roja Çarşemê ragihand ku, hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê û şerîketa Dana Gas derbarê pirsgirêkên di navbera wan de gihane encamekê.

Li gor pêkhatina di navbera herdû aliyan de, Dana Gas û wezareta Samanên Xwezayî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê "HHK" pêkhatin ku, divê HHK'ê 1 Mîlyar dolaran yekser bide Dana Gas û hevparê wê ku, şerîketa Hîlal ya petrolê ye, di grûba Pearl de.

Herwiha divê Herêm, rasterast 600 Mîlyon dolaran bide Pearl grûp û 400 Mîlyon dolarên din bide Dana Gas ku ew jî beşeke ji grûba Pearl.

Li gor heman pêkhatinê, herêm divê rêjeya 160% derfeta berhemanîna petrolê bo grûpa Pearl li herêmê zêde bike.

Herêma Kurdistanê her tim doseya bi Dana Gas re li dadgeha London paş xistîye jiber kirîza diravî ya herêm rast hatî di dema şerê DAIŞ'ê de.

deynên ku, dê li ser herêma Kurdistanê bimînin 1.24 Mîlyar dolar in. Aştî Hawramî wezîrê Samanên Siroştî di hikûmeta Herêma Kurdistanê de piştî pêkhatinê got "Emê rûpelek nû yê têkiliyan di navbera herdu aliyan de bidin vekirin û dê kerta Petrol û Gaza xwezayî bigehînin asoyên nû".

Ji aliyê xwe ve, Majid Caafer rêvebirê bicîkar yê şerîketa Hîlal ya petrolê di daxûyaniyekê de got, "Çareserîya hemî qerz û hevkariya tam hat kirin, ev dê aliyekê pozetîv yê berhem Înanê peyda bike ku, şiyanên gelek mezin yên samanên xwezayî li herêmê hene".

Herêma Kurdistanê li bendê ye, bi temamî serxwebûna xwe werbigire, piştî rêferanduma destnîşan kirî li roja 25.09.2017an.

XS
SM
MD
LG