Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Sûrî Ala Xwe li Deraa ya Cîhê Dayikbûna Serhildanan Bilind Dike


Alaya Sûrî li taxa Deraa-el-Balad ya başûrê bajêr Tîrmeh 12, 2018
Alaya Sûrî li taxa Deraa-el-Balad ya başûrê bajêr Tîrmeh 12, 2018

Hikûmeta Sûrî îro Pêncşemê alaya xwe li bajarê Deraa bilind kir ku cîhê dayikbûna serhildanên dijî Serokê Sûrî Beşar Esad e.

Televîzyona dewleta Sûrî ragihand ku artêşa welêt ala li nêzî postaxanê bilind kir. Televîzyonê da zanîn ku postaxane ji dema kontrola serhildayan heta îro, teka avahîya hikûmetê li Deraa bû.

Bi kontrolkirina Deraa ya sembola serhildanên dijî xwe, Esad serketineke mezin pêk tîne ku tevahîya Sûrîyê têxe bin kontrola xwe.

Hêjayî bîrxistinê ye ku hikûmeta Sûrî bona rizgarkirina başûrê rojavayê welêt, dest bi operasyonekê kiribû û roja Çarşemê ew operasyon berfirehtir kiribû.

Firokên Rûsî jî bi êrîşên esmanî piştgirîya hêzên hikûmetê dike ku wê herêmê bombebaran dike ku ew der ji destê komên çekdar bistîne, ku di bin navê Artêşa Azad ya Sûrî de şer dikin.

XS
SM
MD
LG