Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Tirkîye Îdiayên Derbaye Dijî Hikûmetê Red Dike


Artêşa Tirkîyê îro Pêncşemê bi awayekî tore red kir ku îhtîmale ewê darbeyeke leşkerî li dijî Recep Tayyîp Erdogan bike ku rexneyên hember wî gelek zêde dibin.

Jimareke dezgehên ragihandinê îdia dikin, di vê demê de ku Erdogan li bo hefteyekê li Amerîka ye, artêş dikare darbeyekê pêk bîne.

Artêşa Tirkîyê di salên 1960, 1971 û 1980’ê de darbe kiribû û herwiha di sala 1997’an serokwezîrê wê demê Necmettin Erbakan neçar kiribû ku desthilatê berde.

Daxuyanîya artêşê ku di malperê fermî de hate weşandin got ku nabe ew di kiryarên neqanûnî de cîg bigirin.

XS
SM
MD
LG