Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Darbeya Leşkerî ya li Malî Soza Hilbijartinên Nû Didin


Rêberên darbeya leşkerî
Rêberên darbeya leşkerî

Artêşa Malîyê piştî rexne û şermezarkirinên ji çar alîyê cîhanê yên hemberî darbeya leşkerî îro Çarşemê bi daxuyanîyekê soza darxistina hilbijartinên nû da.

Leşkerên artêşa wî welatî roja Seşêmê bi darbeyeke leşkerî serokomar Îbrahîm Boubacar Keita mecbûr kiribûn ku karvekişandina xwe ragihîne.

Serbazên ku darbeya leşkerî ya roja Sêşemê pêk anîn, di daxuyanîyekê de ku di televîzyona dewletê ORTM de hate weşandin de, xwe wek Komîsyona Netewî ya jibo Rizgarkirina Gel ya bi rêbertîya kolonel Îsmail Wagué dan nasîn.

"Bi we re, bi sekinandina yeksan û bihev re, em dikarin vî welatî jinûve ava bikin da ku vegere mezinahîya xwe ya berê," Wagué got.

Wî herwiha ragihand ku sînor hatine girtin û ji 9'ê şevê heya 5' ê serê sibê qedexeya derketina derve heye.

Wague dîyar kir ku komîte dê heya ku desthilatdarîya sîvîl di bi hilbijartinên demekî aqilane de pêk were bo peyvajoyeke guhertinê li ser kar bimîne.

“Emê rêzê li peymanên navneteweyî bigirin û bihêlin ku hêzên navneteweyî yên wek tîmên hezên Neteweyên Yekbûyî û G5 Sahel dê jibo jinûve avakirina aramîyê li Malî bimînin.” Tê zanîn ku li Malî nêzî 15.600 hezên NY hene.

Di derbarê rewşa siberoja serokê gerkirî Îbrahîm Boubacar Keita da ti agahdarî nehat ragihandin.

Li ber e Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî îro Çarşemê ser rewşa heyî ya li Malî civîneke girtî pêk bîne.

XS
SM
MD
LG