Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şewata Daristanên California Didome


Şewata daristanên eyaleta California di roja şeşan de didome.

Karbidestan bang li 180,000 niştecihên herêmê kirin ku ji warên xwe derkevin.

Li gor vê bangê dê piranîya Santa Rosa ya bi 175.000 kes were vala kirin.

Jiber şewata Kincaid berê jî li herêma Sonoma bo 90,000 kes banga derketinê hatibû kirin.

Şewata daristanên bandor li ser elektrîka herêmê jî çêkiriye.

Karbidest dîyar dikin ku li 36 cîhan bi qasî 940,000 mal û dikan bê elektrîk mane.

Walîyê California bo herêmê rewşa awarte ragihandiye.

Bi hezaran xebatkarên agirkujîyê hewil didin ku li erdê û ji esmên agirê bi daristanan ketiye vemirînin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG