Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevpeyvîn li Gel David Mack Cîgirê Berê yê Alîkarê Wezîrê Derve li Ser Rewşa Îraqê


Rojnamevanê Dêrîn yê Dengê Amerîka Mohamed Elşinawî bi rêya telefonê hevpeyvînek li gel David Mack Cîgirê Berê yê Alîkarê Wezîrê derve yê Amerîka bo karûbarên Rojhilata Navîn û Lêkolerê Înstîtûya Rojhilata navîn encam daye.

David li ser rewşa êrîşên ser avahiyê balyozxaneya Amerîka li Bexda diaxive, ku balyozxane hatîye dorpêç kirin û siloganên "biroxît.. biroxît Amerîka" tên avêtin.

David dibêje"niha du tişt li vêderê pêk tên, siyaseta li îraqê tê berdewam kirin rewşeke gelek bizehmet peyda kirîye ji hikûmetekê bo hikûmetek din û bandora li ser têkçûnê heye, we kirîye ku nikare danûstendinan bi beşdarîya cemawerî bike yên li cadeyan belavbûne, di rewşeke weha de serokwezîr nikare bersva erîşên ser bingehên li Îraqê bide".

Mack herwiha dibêje, ev rewşa niha heracbûna siyaseta derve ya Trump ya li hember aloziyên Rojhilata navîn nîşan dide.

David Mack di hevpeyvînê de dîsan balê dikişîne ser êrîşa Îranê ya ser şerîketa Aramcco ya Erebistana Saûdî ku Amerîka helwêst û bersivek gûncayî wî çaxî jî nedabû, vê yekê jî peyamek weha da Îranê ku li ser provokasyonên xwe li herêmê berdewam bibe.

Derabrê êrîşên Amerîka li Îraqê, Mack dide zanîn ku ew wan êrîşan naparêze û rewa nabîne, lê jibo wî ne tiştekî nûye ku hikûmeta Îraqê neşiyaye parastina rewşa ewlekarîyê ragire û wan belênderan biparêze yên li ser axa wê kar dikin û hêzên Îraqî rahênan dikin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG