Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

David Schenker: Dewletên Kendavê Gaveke Girîng Avêt


David Schenker

Serdana Wezîrê Derve yê Rûsya Sergi Lavrov di nêrîna çavdêrên sîyasî de awayekî din e ku Moskow dixwaze îsbat bike têkîlîya wê ligel rejîma Sûrîyê dê heta dawî bidome.

Gelek kes pêşbînî dikin ev serdan dê dehfekê bide rejîma ku bêtir karên tundûtûjîyê bike.

Li hêla din, welatên Civata Hevkarîyê ya Kendavê hemû balyozên xwe ji Sûrîyê kişandin û di heman demê de balyozên hikûmeta Sûrîyê ji ba xwe derxistin. Ev jî, di demekê de hat ku gelek kes dibêjin dê Ereb bi hemû karîna xwe rêyên diplomasî ligel rêjîma Beşar El Esed bigirin.

David Schenker, Serokê Programa Sîyasetên Erebî li Enstîtuya Washington bo pişka Kurdî ya Dengê Amerîka bêtir şiroveyan di vî derbarî de dide.

Jibo guhdarîkirina vê raportê, kerema xwe lînka dengî li destê rastê klîk bikin.

XS
SM
MD
LG