Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Davutoglu: Eger Pêwîst Bike Emê Leşkeran Bişînin Sûriyê


Davutoglu in Sur
Davutoglu in Sur

Serok wezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu dibêje tirkiye dê leşkeran bişîne nav axa Sûriyê eger pêwîst bike, herwiha got tirkiye amadeye berevaniyê ji xwe bike, çi di nava axa Tirkiyê de be yan jî derve.

Davutoglu ev yek di hevpeyvinekê de jibo kenalê Al-jazeera yê Qeterî anî ziman û got ku, civata ewlekariya navnetewî jî, vê yekê di pejirîne ku, li her ciyê divê şerê Daişê û terorê bike, lê Tirkiye dixwaze jibo encamdana karek weha hevdengî hebe.

Serok hikûmetê Tirkiyê Ahmet Davutoglu îdia kir ku, tirkiye pêşenga wan welatan e yên ku, şerê Daişê dikin û da xûyakirin ku, tirkiyê piştevaniya hêzên Opoziyona nerimrê dike û tirkiye dê berdewam herêmên Sûriyê rokêtbaran bike yên ku pir caran ji wê derê rokêt digehin bajarokê Kilis yê Tirkiyê.

XS
SM
MD
LG